Dîroka sibe, dê iro bê nivîsandin. Xewnên şahî û dilgeşîyê jî, ê dil êş û belengazîyê jî dê îro bên dîtin. Ji ber ku pêşeroj di îro de veşartî ye. Tarîti û Ronahî ya rojên werin, di van rojên ku em bê bername derbas dikin de, tên serastkirin.
Pêşketin û bi şûnde mayîn, dê îro bê damezrandin.
Pêşeroj di vê rojê de ye. Kes û civakên ku bivin di rojên werin de bibin xwedîyê cihek bijarte, divêt îro xwe bidin pêş, ji boyî xebatên civakî derkevin holê.
Ev tarîtîya ku em îro tê de, duh hatiye damezrandin. Duhî ev qas kemin li pêşîya me hatine danîn. Kesên ku duhî xebatên giran kirin, îro gihiştine armancên xwe. Îro, fêkîyên bernameyên berê dixwin. Kesên ku duhî di cihên xwe yên xweş de rûniştîn, îro sedemên vê rewşa xirabin. Ev tevlîhevî, ev xopanî û neçarî fêkîyên demên berê ne.Ev cefaya ku îro di kişînên, fêkîyên zexelîya demên derbazbûyîn e.
Duh û İro, îro û sibe bi hev ve girêdayî ne.
Em mexdûrên be bernametîyên bav û kalan in. Darên bav û kalan çandî tu fêkî ne dane me. Bê ber ma ne. Darên bê ber bi salan em mijûl kirin e. Hêvîyên me pûç kirin e.
Ji ber ku nevîyên me jî, van gotinan ne bêjin, divêt em rojek zû ne dereng, ji boyî pêşerojê xebatên giran bikin. Vê dara bê fêkî ji kokê ve rakin û şitlek nû bi çînên. Şitleka ku di pêşerojê de fêkî bide, çêtir e ji dareka bê ber.
Dûhî kesekî hesaba îro nekirî ye. Tu xebatên giran ji boyî ku îro em serketî bin nekirin e. Divêt îro em hesaba sibe bikin. Dewran wiha hatibe ji, wiha derbaz na be.
Yên pêşerojê bi rêkupêk bikin ewin ê ku ji îro pê ve li xwe xwedî derkevin. Xwe pêş ve bibin û xebatên xwedî hêz, xwedî wate pêk bînin.
Pêşeroj ya xîretkêşan e. Ya kesên zana û xwedî bernameyan e. Tu caran kesên bê xîret nabin xwedî hêz, xwedî gotin û xwedî maf. Heyîna îro, rengê sibe ji dide ber çavan. Tov ên ku îro newin çandin dê sibe nebin fêkî. Kesekê nikaribe ji wan sûdê bigir e.
Barê pêşerojê li van rojên ku em têde ne. Jiyan, rojan li rojan siwar dike. Dibe ku sibe em ne li jiyanê bin. Di be ku xebatên em bikin fêkîyên xwe bidin kesên din. Ev ne ewqas giring e. Ya giring ew e ku em ji boyî jiyaneka bi rûmet, jiyaneka bi wate gavan bavêjin. Li ser bûyeran bi fikirên. Pêşîya helwestên hêja paqij bikin. Li xebatên bi wate xwedî derkevin.
Divêt em gotinên hev fêhm bikin.Divêt em bi karin bi hev re bi meşin. Tenêtî û guhnedarî, dê me ji holê rake. Pêşeroj bi tenêtî û bi serberedayîyê naye damezrandin. Xebatên hêja ewin ê ku bi hev re tên kirin. Ramanên hêja ewin ê ku ji serê gelek mirovan derdikevin. Nêrînên kesane, ne nêrînên bijare ne. Dibe ku nêrînên kesane di çarçeweyeka teng de bimîn ên. Lê heger ev nêrîn bi rengekî berfireh bên nirxandin, heye ku bighîjin ber kemalê û ji pêşerojê re bibin mina dermanekî gelek hêja. Ji ber vê yekê divêt nêrînên kesane di nava civakên hêja de bên rexne kirin û bighîjin xalên sereke.
Mirovên hêja ne tenê mafê kesane dixwazin. Ne tenê ji boyî xwe bernameyan çê dikin. Daxwazên gerdûnî, xebatên civakî ji wan re ji hemû armancên kesane çêtir in. Bi şevûroj di xebatên civakî de ne. Ji boyî pêşerojê di xebitin.
Ku em li gorî rêzikan bi meşin, xebat û çalakîyên xwe pêş ve bibin, ferzane û rexnekarên xwe bi parêzin, dê em jî mina xelkê bibin xwedî maf u bibin rêzdar. Di pêşerojê de emê ji bibin xwedî gotin. Ku em li Rûmeta xwe xwedî derkevin, xelk ji dê mecbûr bin ji pîrozîyên me re, ji rûmeta me re rêz bigrin.
Pêşeroj ya wan kesan e kû tu caran bê hêvî namînin. Ku tu caran dev ji armancên xwe bernadin. Dirok ji mînakên bi vî rengi tije ye. Rêça serketinan dirêj e. Ew qas ji bi êş û jan e. Bi kemin û zehmetî ye. Kesên tebat kiri û li daxwazên xwe xwedî derketî gihêştîne armancên xwe..
Divêt kesên xwedî armanc, bala xwe bidin dîroka serketîyan. Yek bi yek lêkolînê li ser wan bikin. Bernameyên wan, tebata wan, hêvî û nêrînên wan bidin ber çavan. Li ser jiyana wan bisekinin û wan ji xwere bikin minak. Bi hûrnêrînek balkêş berê xwe bidin serfirazîyên wan. Li ber şewqa wan bernameyek bi rêkupêk derxînên holê. Da ku xeletîyên mina berê newin kirin.
Hêvîdarim ku roj bi roj mirovên zana, mirovên xwedî fêhm dê zê de bibin.
Hêvidarim ku sibe dê ji îro çêtir be. Zarokên ku sibe werin ser rûyê erdê dê ji zarokên îro rûgeştir bin. Dê pêşeroj ji me re, ji zarokên me re ji hemû mirovatîyê re, bayek hênik bî ne. Dê rojekî rûmeta mirovantîyê ji bin lingan derkev e. Em nebînên jî, dê zarokên me bibînin.
Ev hêvî ya hemû mirovatîyê ye. Divêt hemû kes ji boyî vê hêvîyê bi qasî derfetan, xwe bide pêş. Da ku hêvîyên mirovantiyê, hêvîyên ji boyî rojên xweş, newin şikênandin. Heger disa ev hêvî derbekî bixwe, nema di demek nêz de em pişta xwe rast bikin. Nema rengê jiyanê li rûyê me xwiya bi ke.
Ji ber ku Hêvîdarî ava jiyanê ye. Jiyan bê hêvî na be.