Bêrîyên me hene . Mina bizotên sor, çirûskên xwe belav dikin, hûrik hûrik di şewutinên hinavên me. Seranser jiyana me têxin bin bandora xwe. Dikevin hemû malikê laşê me. Dibin daxwazî û der tên.
Em bêrîyan dikin. Bêrî kirin, pîroz e, hebûn e, şiyarbûn e. Mirovê bêrîya heyînên hêja neke, li pey neçe, jiyan li ber teng dibe. Tu wate di jiyana wî de namine. Rengê jiyana wî winda dibe.
Mirov dikare bêje ku civakên rojhilatî tu cara ne mane bê bêrîyên mezin. Jiber vê yekê hêviyên wan mezin bûne. Xewnên wan xemilîne. Jiyana wan tije bûye ji tevlîhevî û tengasîyan . Bûyerên wan, Ji boyî mirovatîyê bûne girêkên mezin. Axa wan germ maye, çûn û hatin, pevçûn û tevlîhevî ji nava wan kêm nebû ye. Dîroka gelên rojhilatî, ji bêrîyan tije ye. Digel vê jî, ji boyî ku bi gihêjin hêvîyan , dirok tije kirin e ji mêrxasiyan, merdemêriyan. Ji kevneşopiyên piroz, rupelên zêrîn.
Em bêrîya pîrozîyan dikin. Bêrîya azadîyê, aşîtîyê, dadmendîyê, wekhevîyê, biratiyê dikin.
Bêrîyên me, ne kesane ne, ne herêmî ne. Ji boyî hemû kesan, hemû gelan e, hemû mirovatiyê ne. Ji boyî zarokên birçî, dayikên dilşewıtî, bêkesê xwe sparti kulanan, belengazê her deri ne. Hêşin bûna welatan, rabûna zordarîyê, zêdebûna rengîniyan e.
Sedema Hovîti, xedarî û zordari ya li ser serê me ji, bêrîyên me ne. Ji ber ku baş tê zanîn gihan heva me û daxwazên me, têkçûna zordariyên sedsala ne. Lewma ev qas jiyanê lime teng dikin, hemû gavên me di hejmêrin, hemû nêrînên me binçav dikin.
Em gelên rojhilatî, germê danûstandina, havalên ketîyan, bendewarê pîrozîyan e. Silaveka dostanî, merhebayeka germ, me dilşa dik e. Parîk nanê bi rûken, kerem kirina ji dil, dilê me xweş, çavê me şil dike.
Me çav ne berdane axa keseki, nan û ava keseki, an ji dewlemendîya keseki. Xebata me ji boyî mafê me, dewlemendîya me , serketina me ye. Ji boyî şûnde hatina mêrxasîya rojhilatî, wekhevî û biratîya mayînde ye.
Ramanên me yê ji boyî pêşerojê, ne veşartîne . Em piştrastin ji daxwazên xwe. Xurcikê me tijî ye ji serbilindahiyan, serfirazîyan, ji ceribandinên dawî pîroz.
Xewnên me, ne bi qevêtiya pêk hatine. Hêjayên hezarsalî rengê xwe dane xewn û xiyalên me. Lewma bîstikekî ji, serê me namine vale, ji xiyalên rojên werin. Xiyalên şahiyan, hêşîn bûna binefşan, belavbûna nêrgiz û sosinan li her aliyê dinyayê. Daxwazê me, bêrîyên me , her dem li ber çavên me ne. Di hişê me de ne. Em dizanên ku heta daxwaz ne kevin xiyalên me, ne êşinên rayên mejiyê me, qet na kevin jiyana me.
Hêvîyên me qayîm bûne. Rayê xwe berdan e nav dilê me. Dewlemendîya me, zad û nanê me bûne ew. Tu çek nikarên zora wa bibin.
Me gelek asteng derbaskirine di dirokê de. Em gelek caran, piştî hilweşandinê li ser koka xwe şinhatine. Dîrok, dîsa carî di be. Piştî tipî tarîyê berbang e. Germ bûna dil û hinavan e, ronahiya hemû herêma ye. Bawerîya me hêz didê têkoşîna me ya ji boyî rojên werin. Ji ber ku em dizanin têkoşîna ji boyî pîrozîyan be tê de binketinî û têkçûnî nîn e, bi her awayi dawi serketin e. Rûmet e
Xwezî bi wî kesî ku jiyana wî û mirina wî, gav bi gav wî nêzikê bêrîyên wi bi ke.. Ew kesê ku hêvîyên wi raste rast wi bighîne daxwazên wî.
Kesê bê bêrî be, bê hêvîye ji. Bê hêvitî ji, winda kirina wateya jiyanê ye, şaş kirina alîyê raste. Bêrîyên me, hêvîyan tûj dikin, her dem zindî dihêlin.Hêvî jî, barê gotinan giran dikin.
Ji ber vê yekê gotin bi rê ket. Destpêka rê kifşe. Lê belê di dawîyê de gotinê li kîjan qonaxê dane, lê kuderê bi tebite, êdî Xweda dizan e…