Nîv
Dizanim ku çi bêjim jî wê hemû gotinên min nîvî bimînên. Çi karî bikim, kirinên min dê nîvî bimînin. Dizanim ku hemû xebatên min, hemû hêvî û daxwazên min dê nîvî bimînin.
Carin hene ku dilê mirov tije gotin dibe, dixwaze ku gotinên gelek giranbiha bêje. xwe hênik bike û gotina xwe bêxe di cihêk hêja de. Lê mixabin çi gotina ku ji devê mirov derdikeve dilê mirov hênik nake. Cihê qesta mirov nagire.
Jîyana me, bi hêvîyên nîvî derbas dibe. Dîroka jiyana me dîroka nîv mayînê ye. Dîroka xwezî û keseran e. Me ji nîvî dest bi jiyanê kir. Bi nîvî gihane heta vê rojê.
Em nîv mirovên. Nîv zindîne. Serpêhatîyên me, mêranîyên me di nîvî de hatine qut kirin. Ne mêrxasîyên me gihiştine dawîyê, ne ji kul û xemên me.
Mirov çi bernameyan çêke, çi armancan bide berxwe dê nîvî bimîne. Ji ber ku ev jiyan bixwe nîvî ye. Haveynê vê jîyanê bi nîvî hatîye meyandin. Kesên ku bernameyên bê dawî çêke, armancên bê dawî bide ber xwe, dê her demî kar û xebatên wî nîvî bimînin.
Min ne bihistîye ku kesek berî koçberîya xwe gihaye hemû armancên xwe. Ev tişteke gelek ecêbe . Hinek mirov hene, gelek armancên xwe pêk tînin, nêzîkê dawîya armanca xweya mezin dibin, lê mixabin hê dawî nekirîn, xebera koçîya wan tê. Hemû bername di nîvî de qut dibin. Hemû xebat, dimînin bê xwedî.
Gelek caran dibihîzim, ku hinek kesan qerara dawikirina xebatên xwe didin. Dibêjin bi sed sond û peymanan ez nema vî karî bikim. Ev cara dawîye. Lê mixabin ew car dawi nabe. Hê ne gihayi xilasekê, jiyan ji dest diçe. Sond û peyman li holê dimînin, tu tişt feyde nade.
Ev keftûleftên ku em dikin dê nîvî bimînin. Ev hesabên kûr, ev kîndarîya ku em dikin,ev pevçûn û belbeleyên bideng dê hemû nîvî bimînin. Ev hestên germ, ev coşa ku mirov dinav de winda dibe, ev germîya xortanîyê dê daxwazîyan di nîvê rêde bihêle. Ne çavên me têr dibin ji keda dinyayî û ne dilê me digihêje tebateka bi qerar. Bi her awayî emê di nîvê rêde bimînên û xwezîyan bikin. Di hemû rewşande emê xweyîyê keserên xwe bin. Dema mecbûr ji bibin, emê her carekî bi dilek netemam dest ji karê xwe berdin û ber bi karekê dîve herin. Emê her car, bi dilekê bê tebat ji rewşekê berê xwe bidin rewşeka din. Ta dawîya jiyanê emê hercar gavên xwe di nîvî de bihêlin.
Ji ber ku Em xewneka nîv mayîne. Çîrokeka di nîvî de qut buyîne. Xemûxiyalên me, hêvî û şahîyên me kul û keserên me, di bin tarîtiya şevê de winda dibin. Sitranên ku em dibêjin, helbestên ku em tavêjin pey hev, di cihên gelekî bi coş de tên birandin.
Jiyan sitraneka ji nîvî destpêkirîye. Dê di nîvîde ji dawî bibe. Me ne ji serî tu tişt fêhm kirîye û emê ne ji dawîyê tu tiştî fêhm bikin. Ji ber ku ne serî serîye, ne ji dawî dawîya rastîye. Nakokîya mezin bixwe ji eve ku mirov, vê jiyanê weke jiyaneka bi wate dibîne. Hemû barê xwe, hemû heyînên xwe, li vê jiyanê bar dike. Lê gelek derbas nabe, tê dîtin ku ev bar xahr diçe. Jiyan nikare vî barê giran li milên xwe bike. Ji ber ku tu wate di vê jiyana derewîn de tunîne. Ji ber ku ev jiyan, ne jiyaneka kamil e. Ne jiyaneka gihiştî ye. Çawa di nîvî de dest pê kiribe dê bi wî rengî disa di nîvî de dawî bibe.
Çiqas dara jîyanê bi xemlên rengîn bixemilînin û gav bigav neqşên çilrengî li jiyanê bikin jî, ji nişka ve dê dîwarek bikeve neqeba me û xebatên me de. Emê bimînin bi tenaya serê xwe. Ji ber vê yekê dizanim ku çê bêjim, gotina min dê nîvî bi mîne. Çi binivîsînim jî nivîsa min dê nîvî bimîne. Çend hevoka li hev sûwar bikim jî, dê her hinek hevok kêm bîmînin.,Dê gelek gotin di ser dilê min de bimeyên û gelek kul û keser wê hêlîna xwe li ser dilê min çêkin. Dizanim ku ev nivîs bixwe ji wê nivî bimîne. Gelek gotinê ku li ser dilê min bicih bûyîn, gelek ramanê ku ji bona mijarê kom bûyîn, dê bimînin di cihê xwe de. Gotinên min dê di nîvê xetê de qut bibin û ezî piştî dawîkirina nivîsê, bêjim xwezî min ev gotinên ha jî bigotan. Xwezî min çend hevokên dî jî li hew sûwar bikiran. Min gotinên xwe bêhtir bixemilandan.
Ya baş ewe ku ez sînorê xwe baş bizanim û li xalekî bisekinim.
YAZIYA YORUM KAT