Çocuklar İçin Kürtçe Çizgi Roman: Guldexwîn
İbrahim Sediyani’den çocuklara yönelik Kürtçe bir çizgi roman: Guldexwîn
Siirt’ten Öte Kültür ve Edebiyat Sitesi dünya ülkelerini gezerek kaleme aldığı gezi edebiyatı ve farklı dillerde yazdığı şiirleriyle bilinen edebiyatçı-şair ve seyyah İbrahim Sediyani’nin Kürtçe Çocuk Edebiyatı’na kazandırdığı çizgi romanı yayınlamaya başladı. “Guldexwîn” adlı çizgi roman kahramanını Sediyani, “İsviçre’nin dünyaca ünlü çizgi film kahramanı cici kız Heidi’nin kardeşi” olarak tanımlıyor.
Hakkari’nin Şemdinli ilçesinin şirin bir dağ köyünde yaşayan cici kız Guldexwîn’in yaramazlıkları, çocukların neşe kaynağı olacağa benziyor.
İbrahim Sediyani’nin Kürtçe olarak yazdığı Guldexwîn’in maceralarını ressam Zişan Özeke çizdi.
Kürtçede “kan ağlayan gül” demek olan Guldexwîn, bir çocuk öyküsü olduğu için, çocuklara yönelik kaleme alınmış ve çocukların okuyup anlayabileceği bir dille yazılmış.
Sediyani “Guldexwîn”i yazmaktaki sebeplerini şöyle anlatıyor:
“Projemizin üç amacı vardır: Bir; bu öyküde mümkün mertebe çocuklara doğa sevgisi ve çevre bilinci aşılamayı hedefliyoruz. İki; Kürtçe Çocuk Edebiyatı’na ölümsüz bir eser kazandırmayı amaçlıyoruz. Üç; anavatanı Hakkari, Zağros Dağları olan ve dünyada sadece bizim topraklarımızda açan bu çiçeği, Guldexwîn çiçeğini dışarıya tanıtmak istiyoruz. Kısacası kendi topraklarımıza, kendi doğal güzelliklerimize, kendi halkımıza, kendi çocuklarımıza ve kendi dilimize hizmet etmek istiyoruz.”
İşte Siirt’ten Öte sitesinde yayınlanan Guldexwîn’in birinci bölümü:
GULDEXWÎN
Nivîskar:
İbrahim Sediyani
Wênesaz:
Zişan Özeke
≈ SİİRT’TEN ÖTE ≈
Beşa 1.
Bihar Tu Bi Xêr Hatî
Tirêjên rojê wekî perperoka livîya ber camê pencerê. Ronahîya sibê, wekî şefqata dayîkan mist dan her du çavên piçûk.
Xwedîya çavên piçûk, keça rindik mîna kulîlka guldexwîn, ji lev navê wê Guldexwîn, hişyar bû. Xaftila bi cila ve rabû û pir bi dilgeşî banga hevalên xwe kir:
- Mîrcaaaaan, Mîrcaaaaan! Rabe rabe bû sibe! Bihare îro bihare! Rabe bû sibe, Mîrcan!...
- Mîyaûûû!... Mîyaûûû!...
- Berxênaaaaaz, Berxênaaaaaz! Rabe rabe bû sibe! Bihare îro bihare! Rabe bûye sibe, Berxênaz!...
- Meeeee!... Meeeee!....
- Yêkdaneeeee, Yêkdaneeeee!... Rabe rabe bû sibe! Bihare îro bihare! Rabe bû sibe, Yêkdane!...
- Aaaaîîîîî!... Aaaaîîîîî!...
- Zerpêrîîîîî, Zerpêrîîîîî!... Rabe rabe sibe bû! Bihare îro bihare! Rabe bû sibe, Zerpêrî!...
- Cîk cîk cîk cîîîîîk!... Cîk cîk cîk cîîîîîk!...
Guldexwîn bang li hevalên xwe kir û hemî hişyar kir.
Mîrcan, pisînga Guldexwîne. Rengê wê narincîye. Guldexwîn li doçika wê toqe girêdayîye. Guldexwîn ji pisînga xwe pir hezdike. Mîrcan tim û tim li dû Guldexwîn tê û diçe, tev wê re dilîze.
Berxênaz, berxa Guldexwîne. Rengê wê spîye. Guldexwîn li hustîyê wê hegal girêdayîye. Guldexwîn berxa xwe jî pir hezdike. Berxênaz jî tim û tim dû Guldexwîn digere, tev wê re dilîze.
Yêkdane, kuriyê Guldexwîne. Rengê wî gewre. Guldexwîn kurîyê xwe jî pir hezdike. Guldexwîn tim û tim sîwarê Yêkdane yê dibe, tev wê re dilîze.
Zerpêrî, balindeya Guldexwîne. Rengê wê zere. Guldexwîn balindeya xwe jî pir hezdike. Zerpêrî tim û tim li ser serê Guldexwîn difirê û car caran jî dadide li ser porên Guldexwîn a zerik.
Guldexwîn îro dîsa gellek dilşaye. Lewra ew ji lîstikê, hevalên xwe, gundê xwe, sirûştê, kulîlkan û ji newalan pir hezdike.
Jîyan ji bo Guldexwînê, lîstik û nehsîtiye. Guldexwîn zarokek pir har hzo pir şêrîne.
Guldexwîn, hîna keçikek piçûke. Çar salîye. Navê wê yê eslî Elîf e. Hzo li gund herkes ji wêra dibêje Guldexwîn.
Sêwîye Guldexwîn. Dê û bavê wê tunne. Kes nizane mirine an ne. Kes nizane dê û bavê wê kîne, çi bi serê wan hatîye.
Guldexwîn cem dapîr û bapîrê xwe dimîne. Mixabin ew ne dapîr û bapîrê wê yê rastîne. Hzo Guldexwîn vîyan nezane. Ew wer dizane kû Seyda Ehmed bapîrê wê û Dilşa Xanim jî dapîra wêye.
Seyda Ehmed û Dilşa Xanim pir kokimin û Guldexwînê mîna newîya xwe hez dikin. Guldexwîn li mal kêyf û şabûnîya vîyan her du kokimane.
Çaxê Guldexwîn ber pencerê banga hevalên xwe kir, dengê Seyda hat:
- Guldexwîîîîîn!... Guldexwîîîîîn!...
- Bifermo bavooooo!...
- Were jêr keça min, were taştîya xwe bixwe.
- Hûrrraaaaa, bijîîîî.... Em xwernî dikin, bijî bijî em xwernî dikin, bijî bijî em xwernî dikin... Li ser sifre penîr heye, mast heye... Li ser sifrê riçal heye, aqit heye...
Guldexwîn strana dibêje û li nerdîganê pê gavên zû tê jêr.
- Rojbaş bavo... Rojbaş dayê...
Çaxê Guldexwîn tê jêr, hema rûdine li ser sifrê. Seyda enîya xwe mirûz dike:
- Siba te bi xêr, Guldexwîn. Gelo te devrûyê xwe şuşt?
Guldexwîn hema destê xwe ser sifrê berdide, hustîyê xwe xwer dike û dibêje:
- Na... Min ji bîr kir.
- Hadê kulîlka min! Wan devrûyê xwe yê melaîke bişo û dûra were ser sifrê.
Guldexwîn mûriza xwe tirş dike û dibêje:
- Lêbelê bavo, Mîrcan jî wexta ji xewê radibe devrûyê xwe naşo...
Li ser va bersiva Guldexwîn, Seyda Ehmed bi deng dikene:
- Hahahahahaha.... Guldexwîna min, Xwedê omrê te dirêj bike! Te ez ji kena hişk kirim. Mîrcan pisînge, keça min! Pisîng wexta sibe ji xewê di rabin, devrûyê xwe naşon.
- Lêbelê, lêbelê Berxênaz jî wexta xewê radibe devrûyê xwe naşo...
- Hahahahahaha.... Berxênaz berxike, keça min! Berx wexta sibe ji xewê di rabin, devrûyê xwe naşon.
- Lêbelê, lêbelê Yêkdane jî wexta xewê radibe devrûyê xwe naşo...
- Hahahahahaha.... Yêkdane kurîye, keça min! Kurî wexta sibe xewê di rabin, devrûyê xwe naşon.
- Lêbelê, lêbelê Zerpêrî jî wexta xewê radibe devrûyê xwe naşo...
- Hahahahahaha.... Zerpêrî balindeye, keça min! Balinde wexta sibe ji xewê di rabin, devrûyê xwe naşon.
.
Di vê radê de Dilşa Xanim li metbaxê derdikevê û tê cem wan:
- Guldexwîn, Guldexwîn, kulîlka min! Tu çima wiha eksokî? Jibo ku devrûyê xwe neşoyî, pênce heb mahne derdixînî. Keça min, devrû şuştin ma hew qas zore?
Guldexwîn ji sifrê radibe û dibêje:
- Temam, temam! Diçim devrûyê xwe dişom.
Wexta Guldexwîn diçe devru şuştinê, Seyda Ehmed û Dilşa Xanim li dû wê dikenin:
- Hahahaha... Keçê, keçê, keçê!... Xwedê te biparizê keçê, Xwedê omrê te dirêj bike. Ger tu nebûyayî, em her du mirovên pîr û kokim, hindirê vê malê çi kiriba? Çawa wê hedûra me bihata?
HABERE YORUM KAT