Bê Xebat Nameşe
Her rojeka heyî, rengekê nû yê jiyanê ye. Gaveka nû ye, bi bal hêviyên hêja û zelal ve.
Pişti hemû binketinan ji, derfetên serketinê hene. Ji bizavan re rêç û rêbar qet dawî nabin.
Dilê bi hêvi be, tu asteng ji boyî wi ne xwedî wate ne. Hemû astengî, mizginîyên demên ferehîyê ,Demên dilgeşî û serfirazîyêne.
Ya giring ewe ku mirov dest hilêne û bije Bismillah/ Bi navê xweda .. Jê û pê de, pêşdeçun, xebat fireh kirin, hîn bûn û serketin hêsane.
Ji hemû pêşketîn û serketinan re hêvîyek pîroz, xebatek bitebat hewceye.
Kesê çandina hêvîya û xwezîya bike, êş û zehmetan bide berçavan, ewê her rojekî şahîyan û serfirazîyan bi çine.
Jiyan her gav bi rewşeka cuda derdikeve pêşberê mirovan. Her roja der tê, rûyekî xwe yê nû, nişani me dike. Carna tengasî digihêje hestiyên me. Êşên jiyanê, me di perçiqînin. Kiryarên kesên hawêrdorên me, hêvîyên me dişkinin. Wan çaxa mirov dibêje qey jiyan dibe dojeh, tu mefer namine ku ber bi ferehîyê de herin. Tengasî û tenêtî li ber çavan mezin dibin. Tu hêvî naminên di dilê mirovî de.
Lêbelê , disa ji Dive ku ev tengasî ne bin sedema xeyîdandina ji xebatan. Ji ramanên hêja, kirinên xweşik û bi wate. Ne bin sedema tengezarîyan.
Tu rave yên dev ji xwe berdanê, nînin. Kesek nikare tengasîyan weke sedemên şûn de mayînê pêşkêş bike. Ji ber ku mirov dikare li hemû cîha, gavekî bi pêş ve bavê je.
Di hemû mercên jiyanê de, derfetên rê vekirinan hene. Hemû kes dikarê bi qasî jê hatinên xwe, pêşengî ya hinek tiştên xwemalî bike. Kare, derî li gelek tiştê windabûyî veke. Heger ku mirov ji dil be û xwedî armancên mezin be.
Gotineka pêşiyan heye, dibêje: “Şixul şêre, lê ku mirov dest pê dike dibe rovî”. Ango berî destpêkê hemû tişt li mirovî giran tên. Şert ewe ku mirov dest pê bike. Her gav, gaveka dî li dûv xwe têne. Piştî demekî, ku mirov li cîhê destpêkê û cihê dawîyê binêre, dê bê dîtin ku destpêkirin , di demeki kurt de pêşde çûnê têne.
Pêdîvêtî nine ku hemû xebat bi serketînê dawî bibin. Ya giring ewe ku xebateka ji dil û bi hêz bê kirin. Di dawî ya xebatê de çi derkeve holê, ne ew qas giringe.
Bê guman hemû xebat bi armanca serketinê tên kirin. Di vê mijarê de ji giring e ku pişti hemû xebata nirxandina bizavan bê kirin. Herweha berçavkirina kêmasî û xeletîyan ji giring e.
Divêt Sedemên serketîn û binketînîyan yek bi yek derkevin holê. Li ser van sedeman bê axaftin, qencên wan, bên parastin û xirabên wan jî, ji holê bên rakirin.
Lêbelê ne diruste, dema ku di xebatekî de pêşdeçûn çênebe, mirov xwe ji jiyan û berpirsiyarîya civakî , ji xebatên bijartî dûr bike. Çiqas tengasî zêde bin ji, mirov nikare ji xebatan bi weste û xwe ji bizavên pîroz dûr bike.
Jiyana nûjen (modern), tenêtîyê û tengasîyê dide pêşiya mirovan. Dike ku mirov ji xwe bixwe aciz bibe. Ji hemû tevgerîyan dûr bikeve. Hemû derfetan têxe bin xizmeta tenêtîyê de. Tenêtîyê di xemilîne û pîroz dike. Jîyana civakî weke barek giran nişan dide.
Divêt herdem mirov, li pêşber kemînên nûjen şiyar be. Têkoşîna li hember pîrozîyên nûjen bi têkilîyên xwedî wate bi meşîne.
Jiyana nûjen hemû plan û bernameyên xwe li gori tenêtî û bêxweditîya mirovan çêkirîye. Heyîna wê, pêşdeçûna wê, hêza xwe ji nebûna tevger û civakên diji xwe distîne.
Ji ber vê yekê divêt, dijberîyek civakî bê lidar xistin. Divêt mirovên di kesanetîya xwe de azad, lêgel vê ji xwedîyê nêrinên civakî bên xwedî kirin.
Di vê mijarê de divêt ev jî bê gotin ; tevgerîyeka ku mirovan di kesanetî ya xwe de azad bernede, na gihêjê dawîya armancên hêja. Ewê herdemî di xeletîyên sedsalan de be. Pêşîya xwe dê nebine û tu xêrê ji xebatên xwe dê nebine.
Divêt bê fêhmê ku em hemû mecburê pêk anina tiştên xwedî wate ne. Em di neqeba xebat û seknandinê de ne xwedî hilbîjartînê ne. Ango em nikarin bêjin “ez naxwazim xebatê bikim”, an ji “gava min xwest ezê bikim û gava min nexwest ezê xwe bidim paş”.
Raste ku hemû kes nikare hemû tiştan pêk bine. Ev tişt ne hewceye ji. Lê her kes dikare tiştekî pêk bîne. Divêt em xwe baş nas bikin û ka em dikarin çi bikin, ji boyî rojên xweştir, wan tiştan pêkbînin. Ka çi jime naye ji divêt em li xwe nekin bar. Giringe ku em xebatên li gorî jêhatîna xwe bidin pêşiya xwe. Rojek zû, ne dereng.
An na, her gaveka diçe, ji kisê me diçe û em dizanin çi ji kisê me derkeve emê ji wê bên ber hesabê.
YAZIYA YORUM KAT